Kanaleke Erebî: Emîrê nû yê DAIŞê li Iraqê ye
Li gor bernameya kanaleke Erebî, Emîrê nû yê DAIŞê li Iraqê ye û karê rêxistinê dike û zêdetirî hezar çekdarên wê rêxistinê li çalakiyên xwe de berdewamin.
Piştî çend salan li ragehandina serkeftina ser DAIŞê li Iraqê, kanala Hedes ya Erebî di çavpêkeftinekî li gel fermandeyê dezgaya rûbirûbûyîna bi terorê re pêk aniye û dibêje, ‘’ Emîrê nû yê DAIŞê li Iraqê ye û karê rêxistinî ji bo rêxistina xwe dike.’’
Ew fermandare herwaha dibêje, zêdetirî hezar çekdarên DAIŞê li navçeyên cuda yên Iraqê hene û çalakiyan dikin.
Li gor gotina dezgaya rûbirûbûna bi terorê re, ewên ku di nava DAIŞê dene, xwedî rêgeznameyên biyanî ne.
Kanala Hedes şêwaza nû ya karên DAIŞê aşkera kiriye, ku çendîn tunêl li navbera Iraq û Sûriyê de hene û ji aliyê DAIŞê ve tên bikar anîn, eve jî weke metirsiyekî li ser Iraqê tê dîtin.
Basnews
