Dezgaya Hilbijartina PDKê daxwazekî ji endam û alîgirên Hizba xwe dike
Berpirsê beşa rewşenbîriya Dezgaya Hilbijartina PDKê ragehand ku amarên tomarkirin û wergirtina kartên dengdanê li parêzgeha Hewlêr û Duhokê başin û daxwaz li alîgir û endamên Hizba xwe dike, ku ewên bîometrî nekirine, bila serdana binkeyên komisyona hilbijartinê bikin.
Niyazî Heme Ezîz ji bo BasNewsê axivî û got: ‘’ Komisyona bilind ya serbixwe a hilbijartinên Iraqê ragehandiye, heta şeş rojên din, tomarkirina bîometrya li parêzgehên Herêma Kurdistanê wê berdewam bike, nûnerê berpirsê hilbijartinên her sê rêxistinên parêzgehan, di derbarê piroseya bîometriya wergirtina kartan de amar û raport dane me, ji bo ku her dengdêrek xwe tomar bike, eger kartê wernegre, sûda wê di nava rêxistina me de nîne û di herdû baran de me teşfîqên baş kirine.’’
Herwaha ragehand: ‘’ Rojane ji bo me daneyên wergirtina kart û tomarkirinê tên û li gor amaran rêjeya wergirtin û tomarkirinê li Hewlêr û Duhokê pir başe û naha jî em daxwazê ji kadir û endamên xwe dikin, ewên ku kartên xwe wernegirtine, serdana binkeyan bikin û kartên xwe werbigrin.’’
Basnews
