• Sunday, 15 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî: Gelê Kurd dev ji armancên raperînê ber nade

Nêçîrvan Barzanî: Gelê Kurd dev ji armancên raperînê ber nade

Peyameke pîrozbayî pêşkêş kiriye.

Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di 33mîn salvegera raperîna mezin ya Başûrê Kurdistanê peyameke pîrozbayî pêşkêş kiriye û ev bîranîna han li malbetên serfiraz yên şehîdan, pêşmergeyên qehreman, tevahiya xelk û pêkhateyên Kurdisanê pîroz dike û silav bo şehîdên raperîn û tevahiya şehîdên Kurdistanê dinire.

Serokê herêmê di peyama xwe de nivîsandiye; gelê Kurdistanê ku, roja 5ê Adara 1991an li bajarê Raniyeyê canê xwe xiste ser dest û bêyî tirsîn ji mirinê bo azadî dest bi raperînê kir û dawî bi yek ji rejîmên herî hov û serdemeke herî bixwîn ya sitem û dîktatorî anî û bi ti awayî dev ji azadî û armancên pîroz yên raperînê ber nade.

Raperîn bi baweriya û îradeya bihêz ya gelê Kurdistanê bo azadî û serfirazî, bi yekrêzî û yekdengî serket û destkeftên xwe jî di nava destûra federalî ya Îraqê de bicîh kir û niha jî bi yekrêzî dikare li hember êrîşên ser federalîzimê, maf, destkeft û pêgeha destûrî ya herêma Kurdistanê bisekine û pêşerojeke geştir bo nibşên xwe misoger bike.

Armancên pîroz yên raperînê di jiyan û azadî, demokrasî, civakeke aram û pêşkeftî, ava kirina niha û pêşerojeke baştir di nava Kurdistaneke bihêz de ku, stargeha bihevre jiyan û hevûdu qebûlkirinê ye tenê bi karên hevbeş û yek helwestiya netewî ya ma tên bidestxistin.

Dîrok ev yek îsbat kiriye ku, nakokî û du helwestî ezmûneke gelek dijwar û zirareke gelek mezin li pêgeh, derfet û destkeftan daye lewre lazime hertim serkeftina raperînê bo tevahiya me weke wane û nexşe rê be, bila bi bawerî û omîd ve tevahiya me bihevre dest bixin destê hev bo derbas bûn ji astengî û dijwariyan û bo pêşerojeke baştir kar bikin.

Silav bo raperîn, gelê dilsoz û berxwedêr yê Kurdistanê, silav bo rihê şehîdan.

Serokê herêma Kurdistanê

Nêçîrvan Barzanî

5ê Adara 2024

Top