Tirkiye 4 gundên Efrînê topbaran dike
Topbaran vê sibê destpê kiriye.
Li gor jêderên nûçeyan artêşa Tirkiye û komên cîhadî yên terorîst yên ser bi Tirkiyeyê ve, vê sibê bi awayeke berfire dest bi bordiman û topbaran kirina 4 gundên Efrînê kirine.
Hate zanîn ku, gundên Maduna, Derqaq, Xerebşa û Til Ayneb bûne armanca êrîşên Tirkiye û komên cîhadî yên terorîst.
Heta niha derbarê zirarên toparanê de ti zaniyarî nehatine bidestxistin.
