Dema hilbijartinên Kurdistanê hate diyarî kirin
Serokê herêmê fermana herêmî daye.
Roja yekşem 3ê Adarê Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî derbarê hilbijartinên parlementoya Kurdistanê de fermaneke herêmî derkir.
Li gor daxuyaniya Serokatiya herêma Kurdistanê, Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ferman kiriye daku, hilbijartinên parlementoya Kurdistanê di roja 10 Hezîranê de werin kirin.
Weke tê zanîn beriya niha Serokê herêma Kurdistanê meha Sibatê bo hilbijartinan diyarî kiribû lê ev yek hate paşxistin.
Herwiha hefteya derbasbûyî jî şandeke komîsyona bilind ya hilbijartinên Îraqê li gel Serokatiya herêma Kurdistanê civiya bû û behsa amdekariyên hilbijartinan kiribûn.
