• Sunday, 15 February 2026
logo

Germiyan – Keçeke dayîkbûya sala 2010ê dawî bi jiyana xwe anî

Germiyan – Keçeke dayîkbûya sala 2010ê dawî bi jiyana xwe anî

 Rêveberiya polîsê Germiyanê aşkera kir, keçeke xwandevan li nahyeya Rizgarî ya ser bi Kelar a navenda îdareya Germiyanê dawî bi jiyana xwe anî.

Îro 03.03.2024ê rêveberiya polîsê Germiyanê bi daxuyaniyekî ragehand: ‘’Îro ber bi sibehê ve, li nahyeya Rizgarî ya ser bi Kelarê termê keçeke bi navê D.A.Ê ya dayîkbûya sala 2010ê anîn bijîşkê dadî ya Kelarê û hat zanîn ku bi guleyê jiyana xwe ji dest daye.’’

Hat ragehandin, li gor gotinên kesûkar û merivên wê, ew keça xwandevan li gel dayîka xwe li mal bûye û îro bi demançeya bavê xwe, ku bavê wê li Xaneqîn Pêşmerge ye, bi demançeya bavê xwe guleyek li xwe daye û jiyana xwe ji dest daye.

Polîsê Germiyan aşkera kir, li ser bûyerê lêkolîn destpêkiriye û çûne cîhê bûyerê. Herwaha dest danîne ser demançe, telefon û aypeda wê keça xwandevan û lêkolîn berdewam dike.

 

Basnews

Top