Çapemeniya PKKê: Ew kesê ku îro li Silêmaniyê hat kuştin, endamê HDPê bû
Êrvara duh li bajarê Silêmaniyê, kesek gule lê hat reşandin û hat kuştin, çapemeniyên ser bi PKKê belav kirine ku ew kes endamê HDPê bûye û ji ber rewşa siyasî a li Bakurê Kurdistanê çûye başûrê Kurdistanê.
Duh êvarê 29.02.2024 kesekî binavê Ebdulqadir Sebrî, li ber derê xwaringeha hosta Hesen li bajarê Silêmaniyê ji aliyê çekdarekî ve bi du fîşegan hate kuştin.
Piştî belavbûna nûçeyê, çapemeniyên ser bi PKKê amaje bi wê dan ku ew kesê hat kuştin, endamê HDPê bûye û xelkê bajarê Bidlîs yê Bakurê Kurdistanê ye, zewiciye û bavê 2 zarokane û di salê borî de ji ber rewşa siyasî ya li Bakurê Kurdistanê hatiye Başurê Kurdistanê û li Silêmaniyê bi cîh bûye.
Basnews
