• Sunday, 15 February 2026
logo

Civînên Serokwezîr li gel endamên Kongrêsa Amerîkayê berdewamin

Civînên Serokwezîr li gel endamên Kongrêsa Amerîkayê berdewamin

Behsa çareser kirina kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê hatiye kirin.
Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çarçoveya civîn û hevdîtinên xwe yên li Amerîkayê de li gel Senator Mario Diaz Ballart civiya û piştî civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Îro li Washingtonê li gel endamên Kongrêsa Amerîkayê birêz Mario Diaz Ballart civiyan.

Di civînê de me giftûgo derbarê rewşa gistî ya Îraq û herêma Kurdistanê, çareser kirina kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê li ser esasê destûrê kir.

Her du alî li ser girîngiya parastina asayîş û aramiya herêma Kurdistanê û rêz girtin ji pêgeha destûrî ya herêmê  parastina mafên pêkhateyan û domandina piştîvaniyên bo hêzên pêşmerge ji aliyê Amerîka û hevpeymaniya cîhanî ve hemfikir bûn.

Top