Alyssa Slotkin: Ez kêfxweşim bi dîtina dostên xwe li Amerîkayê
Li gel Serokwezîrê Kurdistanê civiyaye.
Di çarçoveya serdana xwe ya bo Amerîkayê de îşev Serokwezîr Mesrûr Barzanî li gel Kongrêsmaneka din ya Amerîkayê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr wisa nivîsand;
Îro li Washingtonê li gel endama Kongrêsa Amerîkayê Xatû Alyssa Slotkin civiyan.
Di destpêka civînê de endama Kongrêsa Amerîkayê Alyssa Slotkin birêx hatina me kir û got; Kêfxweşim bi dîtina dostên xwe li Washîngtonê. Herwiha dilgiraniya xwe ya li hember êrîş kirine ser asayîş û aramiya herêma Kurdistanê diyar kir.
Yek ji mijarên sereke yên civînê, nirxandina rewşa Mesîhiyên deşta Nînovayê û binpê kirina mafên pêkhateyên Kurdistanê bû ji aliyê dadgeha federalî ve.
Me tekez li ser girîngiya parastina mafên pêkhateyan û pêşde birina çanda bihevre jiyana aştiyane di navbera pêkhateyên cuda yên herêma Kurdistanê de kir.
