• Sunday, 15 February 2026
logo

Aydin Maruf: Hemû biryarên Dadgeha Federal siyasî ne û di bin givaşa siyasî de tên derxistin

Gulan Media February 29, 2024 Nûçe
Aydin Maruf: Hemû biryarên Dadgeha Federal siyasî ne û di bin givaşa siyasî de tên derxistin

Îro 29.02.2024ê Wezîrê Pêkhateyan ê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Aydin Maruf amaje bi wê yekê kir ku ew dizanin biryarên Dadgeha Federal a Iraqê di bin givaşa siyasî de tên dayîn, ji ber wê jî hemû hewldan ji bo wê yekê ye ku ew biryarên vê dawiyê yên taybet derbarê beşdariya pêkhateyan de li Parlamentoya Kurdistanê de dane red bikin.

Aydin Maruf di civîneke çapemeniyê ya piştî civîna li gel nûnerên pêkhateyan de got, ew dizanin Dadgeha Federal li gor wê yasayên ku hene biryarên ne dûvçûn li ser tê kirinê ne jî tên red kirinê ne, lê hewl dê bidin ku biryar bên guhertin, ji ber ew biryar siyasî ne û bi rêya sîyasetê ve jî hewldana guhertina wê didin.

 

Basnews

Top