• Sunday, 15 February 2026
logo

Ji hevjîna xwe aciz bû, otomobîla wê şewitand

Gulan Media February 29, 2024 Civakî
Ji hevjîna xwe aciz bû, otomobîla wê şewitand

Li bajarê Antalyayê yê Tirkiyeyê kesekî ku ji hevjîna xwe aciz bûbû, agir berda  otomobîla wê.

Li gor agahiyan, îro li taxa Akçaalanê ya navçeya Serîkê ya Antalyayê, di navbera Ahmet B. û hevjîna wî de alozî derket.

Piştre Ahmet B. otomobîla hevjîna xwe bir nav zeviyeke vala û agir berdayê û reviya.

Agir ji aliyê tîman ve hat vemirandin lê otomobîl bi temamî şewitî.

Ahmet B. piştî bûyerê xwe radestî polîsan kir û bi biryara dozger hat berdan.

Top