• Sunday, 15 February 2026
logo

Li Silêmaniyê kesekî ji Bedlîsê hat kuştin

Gulan Media February 29, 2024 Nûçe
Li Silêmaniyê kesekî ji Bedlîsê hat kuştin

 Li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistanê, li ber xwaringehekê kesek hat kuştin.

Nûçegihanê Rûdawê Erkan Elî ragihand ku li Silêmaniyê kesekî 35 salî li ber xwaringehekê hat kuştin.

Tîmên tenduristiyê termê wî kesî bir Tiba Edlî ya Silêmaniye.

Li gorî zanyariyên Rûdawê bi dest xistine, navê wî kesî Dr. Sabrî Toprak e û li bajarê Bedlîsê yê Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye.

Nûçegihanê Rûdawê da zanîn ku Sabrî Toprak ev 12 sal in li Silêmaniyê dijî û Rêxistina Karkeran a Mezopotamyayê bû.

Ev heyameke dirêj bû Sabrî Topbrak li nexweşxaneyke taybet a Silêmaniyê kar dikir û bavê sê zarakon bû.

Heta niha kujer nehatiye girtin, hêzên ewlehiyê ji bo girtina kujer ketine tevgerê.

Herwiha hat zanîn ku derbarê bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.

 

Rudaw

Top