• Sunday, 15 February 2026
logo

Biryarekî Rûsyeyê rewşa Tirkiyeyê aloztir dike

Gulan Media February 29, 2024 Nûçe
Biryarekî Rûsyeyê rewşa Tirkiyeyê aloztir dike

Rûsye heta 6 mehan firotina berhemên petrolê rawestand.

Duhê sêşem hikûmeta Rûsyeyê belav kiriye ku, hikûmet biryar daye ji 1ê Adarê ve heta 1ê Hezîranê bi ti awayî ti berhemeke petrol û sûtemeniyê nefiroşe derve.

Ev biryara Rûsyeyê derbeke dijware bo abûriya Tirkiyeyê jiber ku, Tirkiye yekem welate ku, petrol û berhemên petrolê bi awayeke erzan ji Rûsyeyê dabîn dike û jiber vê yekê jî di salekê de Tirkiye kariye bi qasî 2 miliyar dolaran kêmtir pere xerc bike.

Pispor jî qala vê yekê dikin ku, ev biryara Rûsyeyê derbeke dijware bo abûriya Tirkiyeyê û rewşa abûriya Tirkiyeyê aloztir dike.
 

Top