Senatorên Amerîkî berdewam dibin li ser piştîvanî kirina Kurdistanê
Civînên Serokwezîr yên li Amerîkayê berdewamin.
Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çarçoveya serdana xwe de bo Amerîkayê li gel Senatora Lindsey Graham civiya û piştî civînê jî Serokwezîr wisa nivîsand;
Êvara îro di çarçoveya serdana xwe de bo Washingtonê li gel endamê civata Pîran ya Amerîkayê birêz Senator Lindsey Graham civiyan.
Me spasiya piştîvaniyên berdewam yên Senator Lindsey Graham û Amerîkayê yên bo herêma Kurdistanê kir û balkêşande ser guhertinên dawî û pêşhatên heyî yên li Îraq û kêşeyên herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî.
Senator Graham kêfxweşiya xwe bi serdana me bo Washingtonê diyar kir û anî ziman ku, hertim piştîvanê Kurdistaneke bihêz, daxwaz û mafên reva yên gelê Kurdistanê dibe bi taybetî parastina asayîş û aramî û dabîn kirina maf û şayisteyên darayî, para bûdceya herêmê û destpê kirina henarde kirina petrola Kurdistanê û rêz girtin ji pêgeha destûrî ya herêma Kurdistanê.
