• Sunday, 15 February 2026
logo

Kasibkarekî kurd ji aliyê Sipaha Pasdarên Îranê ve hat şehîdkirin

Gulan Media February 28, 2024 Nûçe
Kasibkarekî kurd ji aliyê Sipaha Pasdarên Îranê ve hat şehîdkirin

Kasibkarekî xelkê bajarê Serdeşt a Rojhilatê Kurdistanê, bi guleyên rasterast ên hêzên Sipaha Pasdarên Îranê hate şehîd kirin.

Duh 27.02.2024ê kasibkarekî bi navê Kawe Serraf nêzîk gundê Sawan a Serdeştê bi guleyên rasterast ên hêzên Sipaha Pasdarên Îranê hat şehîdkirin.

Komeleya Mafê Mirovan a Hengaw vê derbarê de ragehand, hêzên Sipaha Pasdarên Îranê dane dû otomobîla kasibkarê kurd û bi çeka keleşînkof gule li wî berdane û ew şehîdkirine.

Hêjayî gotinê ye Kawe Serraf xelkê gundê Gureşêr a bajarê Serdeştê ye û bavê 3 zarokane.

 

Basnews

Top