• Sunday, 15 February 2026
logo

Ajansa Anadolu: Berpirsekî jin a PKKê li Qamişlo bi operasyoneke MÎTê hat kuştin

Gulan Media February 27, 2024 Nûçe
Ajansa Anadolu: Berpirsekî jin a PKKê li Qamişlo bi operasyoneke MÎTê hat kuştin

Ajansa Anadolu ya zimanê fermî yê hikûmeta Tirkiyê ragehand, berpiseka jin a YPG/YPJ ya baskê PKKê li Rojavayê Kurdistanê bi navê Emîne Seyîd Ehmed a ku wek Azadî Dêrîk tê naskirin, li Qamişlo bi operasyoneke Saziya Îstixbarata Mîlî ya Tirkiyê (MÎT)ê ve hatiye kuştin.

Li gor çavkaniyên ewlehiyê ji Ajansa Anadolu re ragehandine, Emîne Seyîd Ehmed ku wek Azadî Dêrîk tê naskirin sala 2011ê de beşdarî rêxistinê bûye û yek ji kesên plandanerê çalakiyên dijî hêzên ewlehiya Tirkiyê bûye.

Hat ragehandin, Emîne Seyîd Ehmed di operasyonekî noqteyî ya MÎTê de ji kar hatiye xistin.

Herwaha li gor heman çavkaniyê Emîne Seyîd Ehmed yek ji berpirsên ‘’bikaranîna mûşekan’’ bûye û li herêma operasyona ‘’Çiqlê Zeytûnê’’ ya li Til Rifet fermana êrîşên mûşekî yên li dijî artêşa Tirkiyê ji aliyê wê berpirsê ve hatiye dayîn.

Ajansa Anadolu îdîa kir ku Emîne Seyîd Ehmed fermana êrîşa mûşekî ya li Kilisê ku sivîl bibûn armanc jî daye.

 

Basnews

Top