• Sunday, 15 February 2026
logo

Mezlûm Ebdî sersaxî da Serok Barzanî

Gulan Media February 25, 2024 Nûçe
Mezlûm Ebdî sersaxî da Serok Barzanî

Roja înê xuşika Serok Barzanî koça dawî kiribû.

Jiber koça dawî ya Zekiye Mistefa Barzanî xuşika Serok Barzanî ku, roja înê koça dawî kiribû, Fermandarê giştî yê hêzên Sûriyeya demokratîk Mezlûm Ebdî peyameke sersaxî bo Serok Barzanî şand.

Mezlûm Ebdî nivîsandiye: Mixabin nûçeya koça dawî Zekiye Mistefa Barzanî xuşika Serok Barzanî gehêşte me, bila serê Kak Mesûd û tevahiya malbeta wî xweş be û xwedê mezin rehmetî jî bi ceneta xwe şa bike.

Top