Mesrûr Barzanî: Derbarê biryarên Dadgeha Federal de dê helwêsta me hebe
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê biryarên Dadgeha Federalî de ragehand, her tiştekî dijî mafên destûrî yên xelkê Kurdistanê be, bi ronî û aşkera dê helwêst diyar bikin.
Îro 22.02.2024ê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî derbarê biryarên Dadgeha Federal a Iraqê de, di daxuyaniyekî çapemeniyê de ragehand: ‘’Divê xwandina bi hûrî em li ser bikin û em li bendê ne biryar bi fermî bigehe destê me, wê demê dê helwêstê me hebe.’’
Serokê Hikûmetê got: ‘’Her tiiştekî dijî mafên destûrî yên xelkê Kurdistanê be, bi ronî û aşkera emê helwêst diyar bikin.’’
Derbarê helbijartinê de jî Mesrûr Barzanî got: ‘’Em li gel rêveçûna helbijartinê ne û du sale bi sedemên siyasî hatiye paşxistin, ku pêwîstbû di dema xwe de bê kirin.’’
Serokê Hikûmetê teqez kir, divê helbijartin mafê hemû pêkhateyan û xelkê Kurdistanê têde bê cîhbicîh kirin.
Basnews
