• Sunday, 15 February 2026
logo

Serok Barzanî serexweşiyê li malbata Seyîd Muhsin Tawgozî dike

Gulan Media February 23, 2024 Nûçe
Serok Barzanî serexweşiyê li malbata Seyîd Muhsin Tawgozî dike

Serok Barzanî ji bo koça dawiyê ya Seyîd Muhsin Mihemed Tawgozî peyameke serxweşiyê  arasteyî malbata wî dike.

Ji bo koça dawiyê ya Seyîd Muhsin Mihemed Tawgozî, Serok Barzanî îro 22.02.2024 peyameke hevxemiyê belav kir ku tê de nivîsiye, “Bi mixabiniyeka zêde ve xeberê koça dawiyê ya kesatiyê diyar ê civaka Kurdistanê û Serokê Eşîreta Tawgozî, kek Seyîd Muhsin Mihemed gehişt me”.

Serok Barzanî herwesa nivîsiye, “Ez serexweşiyê li malbat û dost û nasên Xudêjêrazî dikim û ez xwe hevparê xema wan dibînim”.

Naveroka peyama serxweşiya Serok Barzanî ji bo malbata Seyîd Muhsin Mihemed Tawgozî:

Bi navê Xudayê mezin û dilovan

Bi mixabiniyeka zêde ve xeberê koça dawiyê ya kesatiyê diyar ê civaka Kurdistanê û Serokê Eşîreta Tawgozî, kek Seyîd Muhsin Mihemed gehişt me.

Ez serexweşiyê li malbat û dost û nasên Xudêjêrazî dikim û ez xwe hevparê xema wan dibînim.

Ez daxwazê ji Xudayê mezin dikim ku canê Xudêjêrrazî Seyîd Muhsin Mihemed bi ber rehma xwe bixe û bi behişta berîn şa bike, sebr û hedarê bi hemî aliyan bide.

Îna lîlah we îna îleyhî racîon

Mesûd Barzanî

22ê Sibata 2024ê

 

 

Basnews

Top