Polîtburoya PDKê derbarê biryarên Dadgeha Federal de daxuyaniyek belav kir
Polîtburoya PDKê bi serpereştiya Serok Barzanî civiya û derbarê biryarên Dadgeha Federal a Iraqê de daxuyaniyek belav kir.
Îro 22.02.2024ê polîtburoya PDKê daxuyaniyek belav kir û ragehand: ‘’Derbarê pêşketinên dawiyê yên li Iraq û navçeyê de polîtburoya PDKê bi serpereştiya Serok Barzanî de civiye û yek ji mijarên civînê jî gotûbêjkirina biryarên Dadgeha Federal bû, ku roja 21.02.2024ê de derxistibû.’’
Herwaha hat ragehandin: ‘’Ew biryar berovajî ruhê destûr û mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê û bingehê federalî û prensîbên cudayiya desthilatê ne ku di destûra Iraqê de hatine bicîhkirin.’’
Li ser vê mijarê polîtburoya PDKê wan çend xalên li jêr hatine gotin radigehîne:
1 – Rijdbûna li ser mafên pêkhateyan û piştevanî kirina wan di beşdarî û hevbeşiya li saziyên destûrî de.
2 – PDK, piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike, ku li gel Hikûmeta Federal a Iraqê gotûbêjên li ser mafên darayî yên Herêma Kurdistanê di çarçoveya destûrê de berdewam bike.
3 – Biryara girêdayî yasaya hejmara 1 a sala 1992yê ya helbijartinê û guhertina beşek ji xalên wê, berevajî destûrê û xwezaya cudayiya desthilatan e.
