Parlamentera Tirkmen: Eger ji dest YNKê bê dê pêkhateyan li Herêma Kurdistanê bikeder
Endama dema pêncem a Parlamentoya Kurdistanê ragehand, YNKê bi dijatiya kursiyên kotaya pêkhateyan şerê dijî wan pêkhateyan ragehandiye û aşkera kir, eger ji dest YNKê bê dê pêkhateyan li Herêma Kurdistanê derbixe.
Endama dema pêncem a Parlamentoya Kurdistanê Sara Dilşad ku bixwe ji pêkhateya Tirkmen e, derbarê biryara dadgeha federal de ji BasNewsê re ragehand: Bernameya me heye civîneke berfireh em birêvebibin, çi wek pêkhate, çi wek neteweya Tirkmen. Wê demê em dê helwêstekî yekgirtî li ser biryara Dadgeha Federal diyar bikin. Ev biryar lêdane li mafên pêkhateyan. Bandorên xirab dê li ser pêkvejiyana li Herêma Kurdistanê bike.’’
Herwaha got: ‘’Pir ronî û aşkera ye ku kî dijatiya pêkhateyan dike, YNKê ku ti demekî li gel mafên pêkhateyên Herêma Kurdistanê nebûye, berdewam pêkhate wek kêmîne pênase kiriye. Mijara kursiyên pêkhateyan kiriye bahane û ji bo paşxistina helbijartinên Parlamentoya Kurdistanê. Em bi piştrastî li hember vê yekê dê helwêstê me hebe û vê zulmê em qebûl nakin.’’
Sara Dilşad got: ‘’Dema YNK li Hewlêrê hukim dikir, pêkhateyên tirkmen û mesîhî ji dest zulm û zoriya wê partiyê dinalîn. Bac li wan dihate standin û mulk û malên wan dihate dizîn. Naha jî destê wan nagehe me, bi rêya Dadgeha Federal ve dijatiya me dike. YNK, li hember tirkmen û mesîhiyan bi kîn e û ji destê YNKê bê, dê pêkhateyên li Herêma Kurdistanê derbixe. Wek çawa hemawazên YNKê piraniya pêkhateyan li navçeyên naverast û xwarê yên Iraqê derxistin ew jî dê wisa bikin.’’
Herwaha got: Dadgeha Federal zêdetir ji dadgehekî yasayî bûye dadgehekî siyasî û piraniya biryarên wê li dijî Herêma Kurdistanê bûne. Ev biryara nû jî ya rakirina kursiyên kota dijî pêkhateyane, ev jî yek ji wan biryarên din ên dijî Herêma Kurdistanê ye û pêkvejiyana pêkhateyên herêmê ye.
Sara Dilşad got: ‘’YNKê demeke şerê dijî tirkmen û pêkhateyan ragehandiye.’’
Basnews
