CENTCOM: Me 7 mûşek xistine erdê
Dibêje 4 caran êrîşî ser navendên hûsiyan hatiye kirin.
Fermandariya navendî ya hêzên Amerîkî îro pêncşem daxuyaniyek belav kir û têde behsa vê yekê kir ku, hêzên deryayî yên Amerîka û hevpeymanan li deryaya sor çar caran êrîşî ser çend navendên avêtina mûşekan yên hûsiyan kirine.
Di heman daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku, di encama êrîşên Amerîka û hevpeymanan de herî kêm 7 mûşekên Hûsiyan hatine xistin.
Di beşeke din ya daxuyaniya han de hatiye eşkere kirin ku, hêzên Amerîkî karîne droneke hûsiyan jî ku, nêzî wan bûye bixin erdê.
