• Sunday, 15 February 2026
logo

Muna Qehweçî: Em daxwaz dikin, bi ti şêwazekî destwerdan li kursiyên kotan neyên kirin

Gulan Media February 20, 2024 Nûçe
Muna Qehweçî: Em daxwaz dikin, bi ti şêwazekî destwerdan li kursiyên kotan neyên kirin

Serkretera berê ya Parlamentoya Kurdistanê di pêkhateyên Tirkmenan, di derbarê yasaya hilbijartinê Parlamentoya Kurdistanê ragehand:  ‘’ Em tekez dikin ku em daxwazdikin sistema hilbijartinê yek bazineyî be û bi ti şêwazekî destwerdan li kursiyên kotan neyên kirin.’’  

Serkretera berê ya Parlamentoya Kudistanê Muna Qehweçî, îro 18.02.2024 di daxuyaniyekî de ragehand: ‘’ Ez tînim bîra hemî aliyekî ku pêkhateyê Tirkmen di nîrîn û fikrên berê yên girêdayî yasaya hilbijartina Parlamentoyê de İsrar dike û em careke din tekez dikin û daxwaz dikin sîstema hilbijartinê yek bazineyî be û bi ti şêwazekê destwerdana kursiyên kotan neyên kirin.’’

Herwah ragehand: ‘’ Berjewendî û bernameya siyasî û çawaniya dabeşbûna hemwelatiyên netewa Tirkmen waha dixwaze ku dadgeha Federal daxwaza me li ber çav bigre û wan dosyayên ku girêdayî kursiyên kotanin, red bike û eger dadgeha Federal kursiyên me dabeş bike, divê rêjeya dabeşbûna netewên  Tirkmenan li herçar parêghên Herêma Kurdistanê li ber çav bigre û bizane ku rêjeya herî zêde jî li parêzgeha Hewlêrê ye.’’

Qehweçî herwaha ragehand: ‘’  Em pê kêfxwaşin jî ji bo hemû aliyan runî bikin ku pêkhateyên Tirkmen li Herêma Kurdistanê, hemû demê nûnertiya rasteqîne di Parlamentoya Kurdistnê de dibe, ti caran ew hewlane nabin asteng li ber karê siyasî û beşdariya me li proseya siyasî û hikumraniya di Herêma Kurdistanê de.’’

 

Basnews

Top