• Sunday, 15 February 2026
logo

Serok Barzanî behsa rola her du yekîtiyên xwendekar û ciwanên demokrat yên Kurdistanê dike

Gulan Media February 18, 2024 Nûçe
Serok Barzanî behsa rola her du yekîtiyên xwendekar û ciwanên demokrat yên Kurdistanê dike

Peyameke pîrozbayî pêşkêşî wan her du yekîtiyên han kiriye.

Serok Barzanî bi minasebeta 71mîn salvegera damezrandina Yekîtiya Xwendekarên Demokrat ên Kurdistanê û Yekîtiya ciwanên Demokrat yên Kurdistanê peyameke pîrozbayî pêşkêş kir û di peyamê de anî ziman ku, pêwîste her du rêxistin di vê qonaxê de di asta hêviyên civakê û doza rewa ya gelê xwe de bin.”

Serok Mesûd Barzanî îro 18ê Sibatê peyamek belav kir û tê de nivîsan: “Bi minasebeta 71 saliya damezrandina Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê û Yekîtiya ciwanên Demokrat ên Kurdistanê, germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî ciwan û xwendekarên Kurdistanê dikim û hêviya serkeftin û berdewamiyê ji bo wan dixwazim.”

Serok Barzanî dibêje: “Xwendevan û ciwanên Kurdistanê ji destpêka şoreşa Îlonê ve heta niha bûne navenda perwerdekirina kurên dilsoz, têkoşer û rêberên jêhatî û hertim enerjîyek nû dane tevgera rizgarîxwaz a Kurdistanê û di vê rêyê de qurbanî dane.”

Serok Barzanî di berdewamiya peyama xwe de balkêşande ser vê yekê ku, hem Yekîtiya Xwendekaran û hem jî Yekîtiya ciwanan Demokrat ên Kurdistanê pêwîste di asta hêviyên civakê û doza rewa ya gelê xwe de bin. Xwendevan û ciwan her tim hêviya gelê Kurd in û pêwîste di xebat û têkoşîna xwe de, pabendî nirxên bilind ên rêbaza Kurdayetî û niştimanperweriyê bin û bi çekên zanist û hişyariyê xizmeta armancên bilind ên gelê Kurdistanê û pêgehandina ciwan û lawên hişyar û bixwebawer bikin.”

 

 

Top