• Sunday, 15 February 2026
logo

Endamekî Komîteya Navendî ya PDKê: Helwêstên Serok Barzanî di berjewendiya hemû Kurdistanê de ye

Gulan Media February 17, 2024 Nûçe
Endamekî Komîteya Navendî ya PDKê: Helwêstên Serok Barzanî di berjewendiya hemû Kurdistanê de ye

Endamekî Komîteya Navendî yê PDKê radigehîne, gotinên Serok Barzanî di vê dema aloziyên Rojhilata Navîn de gelek giring in. Bi taybet roj bi roj şerê navbera Îsraîl û Hemasê zêdetir pêşdikeve û berfireh dibe, pêşbînî tê kirin pêl bi pêl ew şer derbasî welatên din jî bibe.

Endamê Komîteya Navendî yê PDKê Senger Kanebî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Hevdîtina Serok Barzanî li gel balyoza Amerîkayê û gotinên wî yên vê demê de gelek giringbûn. Bi taybet aloziyên Rojhilata Navîn û piştî derketina şerê navbera Îsraîl û Hemasê zêdetir pêşketiye û pêşbînî tê kirin roj bi roj şer pêl bi pêl derbasî welatên din jî bibe, çi ji aliyê qadî ve, çi ji aliyê mûşek avêtin û dronan ve. Naha li Iraqê hewl ji bo derxistina hêzên Amerîka û Hêzên Hevpeyman tê dayîn. Serok Barzanî behsa vê mijarê jî kiriye û diyar kiriye hemû aliyên Iraqê divê li gel yek li ser vê biryarê bidin. Ji ber sala 2003yê hêzên Amerîka û Hêzên Hevpeyman rejîma Beis hilweşandin û Iraq rizgarkirin. Ev desthilatiya naha heye di saya wê proseya rizgariyê ve bidest hat û helbijartin û demokrasî derket pêş.’’

Herwaha got: ‘’Serok Barzanî mercî û rêberê kurd e. Hemû şandeyên bilind tên Herêma Kurdistanê li ser pirsgirêkên giring û peyvendiya xwe bi Iraq û Herêmê û Kurdistanê û navçeyê de hebe li gel gotûbêj dikin. Ji bo mijara helbijartina Parlamentoya Kurdistanê jî ev gelek care bi bahaneyên cuda biryara helbijartinê li dadgeha federal tê paşxistin. Serok Barzanî jî ev tişte behs kiriye û gotiye, nabe êdî bi ti bahaneyekî ve berdewamiya proseya demokrastî li herêmê bê asteng kirin.’’

Endamê Komîteya Navendiya PDKê got, ev helwêstên Serokê Barzanî di berjewendiya hemû gelê Kurdistanê de ye û pêwîste jî hemû piştevaniyê lê bikin.

Senger Kanebî dibêje, dema borî de gelek çavkaniyên cuda, bi taybet ew hêzên li Iraqê ne û wek milîs danûstanê dikin, li gelek navçeyan bûn metirsî li ser xelkê Kurdistanê û hêzên Kurdistanê û berjewendiyên giştî yên vê herêmê. Piştî êrîşên bêşermane jî berpirsyartiya xwe radigehînin. Ew hemû ji bo lewazkirina pêkhateya Herêma Kurdistanê ne ku xewna xwe de dibînin. Lê nekarîn bigehin armanca xwe. ‘’Herêma Kurdistanê li ser lingên xwe rawestaye û xwedî îrade ye. Serokê Hikûmetê berxwedêre û hemû astengên wan pênc salên borî derbas kir û berdewame li ser xizmeta xelkê xwe.’’

 

 

Top