• Sunday, 15 February 2026
logo

Ebdilrezaq Şemerî: Hikumeta Iraqê Pêbendî û erkên xwe yên li beranber Sune û Kurdan bi cîh nayîne

Gulan Media February 16, 2024 Nûçe
Ebdilrezaq Şemerî: Hikumeta Iraqê Pêbendî û erkên xwe yên li beranber Sune û Kurdan bi cîh nayîne

Şirovekarekî siyasî diyar dike, hikumeta Sûdanî ketiye bin barê hizrekî, lewma jî nikare pêbendî û erkên xwe li beranberî Sune û Kurdan bi cîh bîne.

Şirovekarê Siyasî Ebdilrezaq Şemerî îro 15.02.2024 taybet ji K24ê re ragehand, “Ev nêzî sal û nîvan e ku Hikumeta Iraqê bi serokatiya Mihemed Şiya Sûdanî hatiye pêkanîn, lê xwe ji wan erk û lihevkirinên hikumet li ser hatiye pêkanîn vedidize.

Wî şirovekarê siyasî herwaha diyar kir, “Hikumeta Iraqê li beranber maf û daxwazên Kurd û Suneyan bêbersiv e û pêbendiyên xwe bi cîh neanîne”.

Ebdilrezaq Şemerî anî ziman, “Hikumeta Sûdanî ketiye bin barê hizrekî, lewma jî nikare pêbendî û erkên xwe li beranberî Sune û Kurdan bi cîh bîne”.

Navborî tekez  kir, “Ew hizra Iraqî nînin, ji derve hatine û li ser vê hikûmetê hatine sepandin”. Herwaha got, “Hikumetên Iraqê piştî sala 2003ê bi biryarên derve û li bin hizrên cuda yên welatan kar dike”.

Top