• Friday, 15 May 2026
logo

Mesrûr Barzanî û Receb Tayîp Erdogan civiyan

Gulan Media February 14, 2024 Nûçe
Mesrûr Barzanî û Receb Tayîp Erdogan civiyan

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Serokkomarê Tirkiyê di civînê de ne.

Serokê Hikûmeta Herêma kurdiastanê Mesrûr Barzanî û Serokkomarê Tirkiyê Receb Tayîp Erdogan niha li Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan de li Dubey di civînê de ne.

Îro 13.02.2024ê, civîna navbera Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîp Erdogan di çarçoveya wê lûtkeyê de hat destpêkirin”.

Tê pêşbînîkirin ku di wê civînê de, danûstandin li ser pêşhatên deverê û rewşa Îraq û Herêma Kurdistanê, hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê û çend pirsên dî di navbara Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Serokkomarê Tirkiyê de bên kirin.

Her îro û di çarçoveya Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan de, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi Emîndarê Giştî yê Komkara Erebî Ehmed Ebulxeyt re civiya.

Piştî wê hevdîtinê, Ebulxeyt di daxuyanuyekê de ji bo rojnamevanan got, “Min bi Serokwezîr Mesrûr Barzanî re behsa peywendiyên me yên herêmî kir, ji wan jî peywendiyên Herêma Kurdistanê bi welatên herêmê re. Herwesa me behsa rewşa Rojhilata Navîn jî kir”.

Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan li Dubayî duh 12.02.2024 bi tevlîbûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û 25 serok û serkirdeyên welatên Rojhilata Navîn û cîhanê, şandiyên 85 rêkxistinên navdewletî, 300 wezîran û 120 şandên hikûmetan hat destpêkirin, û dê heta sibe 14.02.2024 berdewam be.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî duh gotareka giring bi zimanê Ingilîzî di wê lûtkeyê de pêşkêş kir û bal kêşa ser guhertin û pirsên niha yên deverê û cîhanê. Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di gotara xwe de tekez jî kir ku gelê Kurdistanê daxwazeka rewa ji bo destnîşnakirina mafê çarenivîsê xwe heye û pêdivî ye rêz li mafên gelê Kurd ên rewa bê girtin.

 

Basnews

Top