Zehawî: Mesrûr Barzanî gotarekî giring li pêş rêveberên civaka navnetewî pêşkeş kir
Endamekî Parlamentoya Brîtanyayê di derheqa gotara Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan de dibêje, “Gotara wî hind giring bû, serkirdeyên Civaka Navdewletî gelek bi hûrî guhdariya wî kir “.
Endamê Parlamentoya Brîtanyayê û Wezîrê berê yê Darayî yê wî welatî Nedîm Zehawî îro 13.02.2024 di perawêza Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan de li Dubayî ji K24ê re ragehand, “Bi dîtina min, Serokwezîr Mesrûr Barzanî duh gotareka gelek giring li hola serekî pêşkêş kir. Çima? Ji ber ku wî behsa wê yekê kir ka em çawa dikarin pêkve ji bo başkirina rewşa deverê kar bikin, li Hewlêrê, Dubayî an jî Ebu Dabî”.
Endamê Parlamentoya Brîtanyayê got, “Serokwezîr Mesrûr Barzanî behsa ecêndaya başkirina rewşê kir, rewşa aborî ya baş ji hebûna ewlehiyê peyda dibe, ji wê yekê peyda dibe ka tu çawa bi awayekê bibandor devera xwe bi rê ve dibî. Herwesa Serokwezîrî behsa guhertina seqayî kir, sê pirsên gelek giring hene, ew jî seqmgirî, dadperwerî di siyaseta Îraqê de, gelo Kurd dibin hevparên wekhev di sîstema federalî de?”.
Nedîm Zehawî diyar kir, “Eger ev pirs û rewşa aborî neyên çarekirin, arêşe û hevrikiyên seqayî dê me hemiyan nehêlin. Bi dîtina min, ew giringtirîn gotar bû ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî li beranberî serkirdeyên Civaka Navdewletî pêşkêş kir û wan jî bi hûrî guhdariya wî kir”.
Basnews
