• Sunday, 15 February 2026
logo

Pentagon: Çi daxwazên fermî ji bo vekêşîna hêzên me ji Iraqê negeheştine me

Gulan Media February 13, 2024 Nûçe
Pentagon: Çi daxwazên fermî ji bo vekêşîna hêzên me ji Iraqê negeheştine me

Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê (Pentagon) radigehîne, “Çi daxwazên fermî ji bo vekêşana hêzên me ji Iraqê negehiştine me”.

Berdevkê Wezareta Bergiriyê yê Amerîkayê (Pentagon) Pat Ryder duh 12.02.2024 ji K24ê re ragehand, “Çi dem ji bo vekêşana hêzên me ji Iraqê nehatine diyarkirin”.

Herwaha diyar kir“Lijneya Bala ya Serbazî biryarê li ser guhertina erkê serbazî yê hêzên Amerîkayê li Iraqê dide”. Tekez jî kir, “Danûstandin ji bo guhertina erkê hêzên Hevpeymanan li Iraqê giring in”.

Pêştir jî Cîgira Berdevkê Wezareta Bergiriyê Sabrina Singh di bersiva peyamnêrê K24ê Îsa Hesen de amaje dabû, “Hêşta gefa DAIŞê maye û hêzên Amerîkayê dê li ser berhingariya wê berdewam bin”.

Cîgira Berdevkê Wezareta Bergiriyê herwesa gotibû, “Di civînan de behsa vekêşana hêzên Amerîkayê ji Iraqê nehatiye kirin, belkî her du alî bi hev re li ser berhingarbûna DAIŞê berdewam dibin”.

Sabrina Singh her dîsa behs kiribû, “Em li ser daxwaza Hikûmeta Iraqê li wî welatî ne û em şanaziyê bi wan karan dikin ên ku me bi hevkariya hevparên xwe û hêzên Iraqî re kirine”.

 

Basnews

Top