Li Helebcê 2 kesên matorsiwar gule li Pêşmergeyekî berdan û birîndar kirin
Li parêzgeha Helebcê du kesên matorsiwar gule li Pêşmergeyekî berdan û ew birîndar kirin.
Berdevkê rêveberiya polîsê parêzgeha Helebceyê Muqadem Barzan Osman ragehand: ‘’Şeva borî di encama bûyerekî gule berdanê ya nêzîk gundê Ebayeylê de Pêşmergeyek bi navê J.M.X yê temen 25 salî birîndar dibe û ew Pêşmerge rûniştvanê parêzgeha Helebce ye û ji aliyê du tometbarên matorsiwar ve gule lê hatiye berdan û birîndar bû. Piştî bûyerê ew herdu kes reviyane.’’
Herwaha got: ‘’Tîma hevbeş a polîs û asayîşê lêkolînê li ser bûyerê dikin, dosya lêkolînê li binkeya polîsê Şehîd Serkar hatiye vekirin.’’
Basnews
