Hêzeke Komando ya YNKê mala Kwêxa Dêrîn Uzêrî dorpêç dike
Çavkaniyekî ewlehiyê li Silêmaniyê ji BasNewsê re ragehand: ‘’Hêzeke Komando ya YNKê ku zêdetirî 5 otomobîlên tejî çekdar ve, li taxa Kenekewe ya bajarê Silêmaniyê mala Kwêxa Dêrîn Uzêrî dorpêç kirine û daxwaza xwe radestkirinê jê dikin, lê Kwêxa Dêrîn Uzêrî amade nîne xwe radestî hêzên YNKê bike.
Herwaha behsa wê yekê tê kirin ku Kwêxa Dêrîn Uzêr daxwaz ji eşîreta Uzêrî kiriye, çek rakin û di rewşa amadebaşiyê de bin ji bo her egerekî pevçûnê û êrîşek ji aliyê hêzên komando yên YNKê ve pêkbê.
Hêjayî gotinê ye heta naha nayê zanîn sedemê dorpêça mala wî kesî ji aliyê hêzên komando yên YNKê ve ji ber çiye û saziyên ewlehiya bajar jî ti daxuyaniyek vê derbarê de belav nekirine.
Basnews
