• Sunday, 15 February 2026
logo

EFRÎN – Erebekî hawirde bi buldozerê pê li kalemêrekî Kurd kir

Gulan Media February 13, 2024 Nûçe
EFRÎN – Erebekî hawirde bi buldozerê pê li kalemêrekî Kurd kir

Li Efrînê Erebekî hawirde bi buldozerê pê li kalemêrekî Kurd kir û darbehîvên wî birîn.

Li Efrîna Rojavayê Kurdistanê Erebekî hawirde kalemêrekî Kurd ê 80 salî kuşt û bi buldozerê darbehîvên wî hil kirin.

“Bi buldozerê pê li wî kiriye”

Çalakvanê Efrînî Mistefa Şêxo ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got:

“Roja şemiyê Erebekî hawirde ku xelkê Til Rifetê ye çûye nav zeviya kalemêrê Kurd Mihemed Îbrahîm Soranê ji gundê Vêrkanê û bi tireksê (buldozer) pê li wî kiriye.”

Piştî ku Erebê hawirde pê li kalemêrê Kurd kiriye, 5 darbehîvên wî jî bi buldozerê hil kirine û reviyaye.

Canê xwe ji dest da

Xelkê Mihemed Îbrahîm Soran bi birîndarî veguhastiye Nexweşxaneya Îzazê lê ji ber ku birînên wî xedar bûn li nexweşxaneyê canê xwe ji dest daye.

Malbatê roja yekşemê termê kalemêrê Kurd Mihemed Îbrahîm Soran wergirtiye.

 

Rudaw

Top