Şîfa Barzanî: Ez dê peyama Serok Barzanî bigehînim Revenda Kurdî li Kanadayê
Kordînatorê Revenda Kurdistanî ragehand, ku li Parlametoya Kanadayê gotarekê pêşkêş bike û piştre bi Revenda Kurdî ya wî welatî re bicive û peyama Serok Barzanî bigehîne wan.
Kordînatorê Revenda Kurdistanî Şîfa Barzanî îro 11.02.2024ê bi xelkê bajarê Naşvîlê yê Amerîkayê re ku wekî Kurdistana Biçûk navdar e civiya.
Şîfa Barzanî di gotarekê de li bajarê Naşvîlê bi hûrî behsa pirojeya Revenda Kurdistanî kir û ragehand, “Ew piroje pêngaveke neteweyî ye ji bo rêkxistin û yekxistina Kurdistaniyan û di vê peywendiyê de hemî kesên ku bawerî bi alaya Kurdistanê, Pêşmerge û mafê serxwebûnê ji bo Kurdistanê heye, dikarin tevlî wê bibin”.
Navborî di gotara xwe de bi giringî ve behsa rola ciwanên derveyê welatî û pêdiviya çandina hizir û fikrên netewî kir û daxwaz kir ku Kurdistanî li derveyê bazineya partiyan û wekî welatiyên Amerîkayî-Kurdistanî hêz û şiyanên xwe bikin yek.
Biryar e Kordînatorê Revenda Kurdistanî di serdana xwe de sibe 12.02.2024 biçe Kanadayê û bi navê Revenda Kurdî gotarekê li Parlamentoya wî welatî pêşkêş bike, piştre bi Revenda Kurdî ya wî welatî re jî bicive û peyama Serok Barzanî bigehîne wan.
Basnews
