• Sunday, 15 February 2026
logo

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê: Leşkerekî me mir

Gulan Media February 12, 2024 Nûçe
Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê: Leşkerekî me mir

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand ku li Başûrê Kurdistanê leşkerekî wan miriye.

Li gorî daxuyaniya Wezaretê, ev leşkerê wan “di encama qezayeke trafîkê de" miriye.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê da zanîn ku navê wî leşkerî Mustafa Ozkardeş e.

Malbata Mustafa Ozkardeş a li bajarê Kutahyayê yê Tirkiyeyê termê wî wergirt.

“Pence-Kilîd”

Artêşa Tirkiyeyê 17ê Nîsana 2022yan li deverên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Başûrê Kurdistanê bi hinceta gerîlayên PKKyê dest bi êrişeke bi navê “Operasyona Pence-Kilîdê” kir û ew êriş heta niha jî berdewam dike.

 

Rudaw

Top