Dayîka Jîna Emînî rexneyan li Îranê dike
Dayîka Jîna Emînî li ser belavkirina wêneyên keça wê û keçên din ên Îranî rexne li Îranê dike û dibêje: ‘’Keça min li ser girênedana serê û lêçekê we kuşt.’’
Dayîka Jîna Emînî, Mujgan Îftixarî bi belavkirina vîdeoyekî li ser tora civakî ya Instagrama xwe, ku tê de wêneyên Jîna Emînî û hin keçên din ên Îranî di roja merasîma salvegera serkeftina şoreşa gelên Îranê de hatiye belav kirin û li ser wê dibêje: ‘’We keça min ji ber serê xwe girêneda û lêçekê kuşt.’’
Mujgan Îftixarî dibêje: ‘’Keça min li ser girênedana serê xwe û lêçekê kuştin, êdî hûn xelk dadweriya wê yekê bikin!!!’’
Îran, di merasîmên taybet ên hikûmetê de rê dide jinan bê ku serê xwe girêbidin beşdariyê bikin û derkevin.
Salek berî naha polîsê exlaq ê Îranê keça ciwan a kurd Jîna Emînî, bi bahaneya serê wê vekiriye û lêçek li serê wê nebûye hate girtin û piştre di bin îşkence û lêdanê de jiyana xwe ji dest da. Kesûkarên wê û çalakvanan ragehand, di bin îşkencê de hatiye kuştin û ev yek bû cîhê nerazîbûnê li hemû Îranê û seranserê cîhanê jî bertek û xwepêşandanên tund birêve çûn.
Basnews
