• Sunday, 15 February 2026
logo

Li Kerkûkê du bira hatin kuştin

Gulan Media February 12, 2024 Civakî
Li Kerkûkê du bira hatin kuştin

Li Kerkûkê du bira li kolanê hatin kuştin.

Nûçegihanê Rûdawe Herdî Mihemed da zanîn ku hêzên ewlehiyê çûne cihê bûyerê.

Herdî Mihemed ragihand ku tohmetbarek hatiye desteserkirin û ji bo dîtina tohmetbarê din jî xebat berdewam dikin.

Li gorî agahiyên Rûdawê, her du birayên kuştî ne xelkê Kerkûkê ne, demek berê hatine Kerkûkê û wan pars dikir.

Herwiha her du tohmetbar jî parsek in û bûyerê li ser pereyan rû daye.

Navên wan Yehya Cemal Usman (21) û Adil Cemal Usman (23) in.

Rudaw

Top