Dr. Mehmûd Osman: Derxistina Amerîkayê li Iraqê bi cîhad û hewar hewarê nabê
Duh şev li Parlamentoya Iraqê aliyên erebên şîe yên Iraqê ku hemû amade nebûn û hewldana wan a ji bo biryarekî derbarê pirsa derxistina hêzên Amerîkayê û Hêzên Hevpeyman li Iraqê şikest anî û vê derbarê de siyasetmedarê kevin ê kurd jî dibêje, derxistina hêzên Amerîkayê li Iraqê bi cîhada Eniya Berxwedan Îslamî û dirûşm û hewar hewara parlamenterên erebên şîe ve nabe.
Siyasetmedarê kevin ê kurd Dr. Mehmûd Osman ji BasNewsê re ragehand, derxistina Amerîka û Hêzên Hevpeyman bi cîhada Eniya Berxwedana Îslamî û hewar hewara parlamentoyê ve nabe.
Herwaha got: ‘’Amerîka û Hêzên Hevpeyman jibo linavbirina DAIŞê vegeriyan Iraqê, bi rêkeftina li gel hikûmeta Iraqê hatin. Naha eger hikûmeta Iraqê wisa pêwîst dibîne ku pêwîst nake ew hêz bimînin, dê wê pirsê bi gotûbêj û danûstan û bi bêdengî û bê hewar hewara parlamenterên Iraqê li gel hêzên Amerîkayê divê zelal bike. Ev pirs pêwîstiya wê bi parlamentoyê jî nîne, karê hikûmeta Iraqê ye divê ew zelal bike. Ewên ku qaşo Eniya Berxwedana Îslamî û ew milîsên ku êrîş dikin ser Amerîkayê, aşkera ye li ser daxwaza Îranê wî karî dikin. Hikûmeta Iraqê di vê mijarê de tenê ketiye bin givaşeke mezin û naçare li gel birêve biçe. Eger na derxistina Amerîkayê ne bi cîhada qaşo Eniya Berxwedanê tê kirin, ne bi hewar hewara parlamenteran. Ev divê li gel hikûmeta Iraqê bê zelal kirin.
Dr. Mehmûd Osman behsa fişar û givaşên Îranê yên li ser Iraqê kir û got, ji wê dema ku hemû welatên ereb li hember Îsraîl û şerê Xezeyê bêdengin, ji Iraqê ve deng bo dijatiya Amerîka û Hevpeymanan serî rakirin pêkhatiye û got: ‘’Ev pirs wisa asan nîne û nêrîna erebên sunne û kurd dibe ku cuda be. Nêrîna Herêma Kurdistanê ew e û Mesrûr Barzanî got: ‘’Pêwîstiya me bi hevkariya zêdetir a Amerîkayê heye.’’
Hêjayî gotinê ye Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di hevpeyvîna li gel kanala NBC ya Amerîkî de ragehand, pêwîstiya me bi hevkariya zêdetir a Amerîkayê heye û armanca me ne ew e ango pêwîstiya me bi leşkerên zêdetir a Amerîkayê ye, nexêr, pêwîstiya me bi şiyana leşkerî ya zêdetir e.
Basnews
