• Sunday, 15 February 2026
logo

Grubeke terorîstî berpirsyartiya kuştina 3 leşkerên Îmaratî û efserekî Behrênê girte serxwe

Gulan Media February 11, 2024 Nûçe
Grubeke terorîstî berpirsyartiya kuştina 3 leşkerên Îmaratî û efserekî Behrênê girte serxwe

Grubeke çekdar a terorîst li Somalê berpirsyartiya kuştina 3 leşkerên Îmaratî û efserekî Behrênê girte serxwe.

Duh 10.02.2024ê Wezareta Berevaniya Îmaratê ragehand, ku di êrîşeke terorîstî ya li Somalê de, efserekî Behrên û 3 leşkerên Îmaratî hatine kuştin û 3 leşkerên din ên Îmaratê jî birîndar bûne. Ew efser û leşkerane ji bo rahênana leşkerên artêşa Somalê bi erkê fermî li gor peymana di navbera hersê welatan li wê derêbûn.

Îro 11.02.2024ê grubeke Îslamî ya çekdarên terorîst a bi navê ‘’Tevgera Ciwanên Somalê’’ û ser bi rêxistina El Qaîdeyê ye bi beyanameyekî berpirsyartiya xwe ya wê êrîşa duh li Somalê ragehand û diyar kir: ‘’Îmarat, ji ber ku piştevaniya hikûmeta Somalê dike bo linavbirina tevgera me, dijminê şerîata Îslamê ye.’’

 

Basnews

Top