• Sunday, 15 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî: Ez dilxweş im ku tevlî Kopîtka Cîhanî ya Hikûmetan dibim

Gulan Media February 11, 2024 Nûçe
Mesrûr Barzanî: Ez dilxweş im ku tevlî Kopîtka Cîhanî ya Hikûmetan dibim

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di derheqa tevlîbûna di Kopîtka Cîhanî ya Hikûmetan 2024 de, ku dê li welatê Îmaratê bê kirin, peyamek jli tora civakî ya Xê belav kir.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Yekşem, 11.02.2024) li ser tora Civakî ya Xê nivîsiye, “Ez dilxweş im ku tevlî Kopîtka Cîhanî ya Hikûmetan 2024 dibim”.

Pêştir Nivîsgeha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di ragehandinekê de amaje da, Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro (Yekşem, 11.02.2024) ji bo tevlîbûna di Kopîtka Cîhanî ya Hikûmetan de ku dê rojên 12-14ê Sibatê li Dubayê were lidarxistin, ber bi Îmaratê ve birê ket.”

Diyar jî kir, “Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser vexwendina taybet a Cigirê Serokê Dewleta Îmaratê, Serokwezîr û Mîrê Dubayê Şêx Mihemed Bin Reşîd El-Mektûm tevlî vê kopîtkê dibe, ku biryar e gotarekê jî bi amadebûna hijmareka serokwezîr û berpirsên payebilind pêşkêş bike.”

Amaje bi wê jî kir, “Serokwezîr Mesrûr Barzanî her wiha di çarçoveya vê kopîtkê de, dê bi rayedarên ereb, herêmî û navneteweyî, bîrmend û karsazan re çend hevdîtinan pêk bîne.”

 

K24

Top