Şandeyekî Hikûmeta Herêma Kurdistanê geheşt Bexdayê
Şandeyekî hevbeş a jimêryarî li Wezareta Darayî û Aborî û Wezareta Çavkaniyên Xwezayî û Dîwana Çavdêriya Darayî ya Herêma Kurdistanê geheştin Bexdayê.
Wezareta Darayî ragehand: ‘’Şandeyekî hunerî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku pêkhatibûn ji Wezareta Darayî û Aborî, Wezareta Çavkaniyên Xwezayî li gel Dîwana Çavdêriya Darayî ya Herêma Kurdistanê geheştin Bexdayê.’’
Hat ragehandin: ‘’Bi armanca avakirina tîma hevbeş, ji bo yekxistina tevdîrên darayî û jimêryarî di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê de, şandeyekî hevbeş a rêveberiya jimêryarî li Wezareta Darayî û Aborî, Wezareta Çavkaniyên Xwezayî û Dîwana Çavdêriya Darayî ya Herêma Kurdistanê geheştin Bexdayê.’’
Wezareta Darayî diyar kir, şandeya hunerî ya Herêma Kurdistanê, biryare çend rojan li bajarê Bexdayê bimîne û li gel tîmên hevbeşên Wezareta Darayî ya Iraqê û Dîwana Çavdêriya Darayî ya Iraqê beşdarî hin dewreyên hevbeş bibe.
Basnews
