• Sunday, 15 February 2026
logo

Daxuyaniyek ji Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ve

Gulan Media February 10, 2024 Nûçe
Daxuyaniyek ji Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ve

Nivîsgeha Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxuyaniyek li ser çaweşekariya hin malper û rûpelên torên civakî belav kir ku hewl dane nêrîn û daxuyaniyên Serokwezîr Mesrûr Barzanî di hevpeyvîna ligel kenala “NBC” de bi aliyekî din ve bibin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Hin malper û rûpelên medyaya civakî yên navxw bi belavkirina hinek daxuyanî û şiroveyên neguncaw û dûr ji rastiya qada siyasî û ewlekarî ya Herêmê, hewl dane ku nêrîn û daxuyaniyên serokwezîr di hevpeyvîna ligel kenala “NBC” de bi aliyekî din de bibin.”

Di beşeke din a daxuyaniyê de hatiye: “Serokwezîrê Kurdistanê tekezî li ser parastina qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê kiriye û berdewam jî dibe di girtina hemû tedbîran de, ji bo dûrxistina metirsiyên li ser Herêma Kurdistanê.”

Her di daxuyaniyê de hat gotin: “Xwevedizîn û xapandina li hember nehezan, ti metirsî û gefan kêm nake, ji ber wê jî divê her kes li hember xak û xelkê Herêma Kurdistanê di asta berpirsyariyê de be.”

 

K24

Top