• Sunday, 15 February 2026
logo

Li Îstenbûlê rewşa awarte hate ragihandin

Gulan Media February 7, 2024 Nûçe
Li Îstenbûlê rewşa awarte hate ragihandin

Kuştî û birîndar hene.

Duh danê nîvroyê li Îstenbûlê du kesên çekdar êrîşî ser dadgeha Îstenbûlê kirin.

Di encama êrîşa han de pevçûn di navbera polîs û çekdaran de çêbûye û kuştî û birîndar jî hene.

Wezareta navxwe ya Tirkiyeyê ragihandiye ku, du kes hatine kuştin û herî kêm 7 kes jî birîndar bûne.

Hin çavkaniyên nûçeyan jî qala vê yekê dikin ku, her du êrîşkar hatine kuştin û 3 polîs û herî kêm 4 welatiyên medenî jî birîndar bûne.

Ji aliyê xwe ve wezareta navxwe ya Tirkiyeyê jî qala ragihandina rewşa awarte li Îstenbûlê kiriye.
 

Top