• Sunday, 15 February 2026
logo

Bankaya milî ya Îranê li Îraqê hate qedexe kirin

Gulan Media February 6, 2024 Nûçe
Bankaya milî ya Îranê li Îraqê hate qedexe kirin

Jiber dorpêçên cîhanî belgenameya vê bankê hatiye hilweşandin.

Cîgirê Serokê bankaya navendî ya Îraqê Emar Hemd Xelef ragihand ku, îro duşem bi fermî belgenameya kar kirin ya bankaya milî ya Îranê ya li Îraqê hatiye hilweşandin û tevahiya çalakiyên vê bankê jî li Îraqê hatine qedexekirin.

Xelef eşkere kiriye ku, jiber dorpêçên cîhanî yên ser Îranê kar û çalakiyên vê bankaya han ya Îranî li Îraqê hatine qedexekirin.

ev biryara Îraqê weke derbeke dijwar li abûriya Îranê tê nirxandin.

 

 

Top