• Sunday, 15 February 2026
logo

Parlamenterekî Iraqê: Amerîkayê ji Iraqê re gotiye ku ew xwe venakşînin

Gulan Media February 4, 2024 Nûçe
Parlamenterekî Iraqê: Amerîkayê ji Iraqê re gotiye ku ew xwe venakşînin

Endamekî lijneya asayîş û berevaniyê li encûmena nûnerên Iraqê behsa êrîşên şeva borî yên Amerîkayê li ser çend binkeyekî milîsên li Iraqê û Sûriyê yên nêzîkî Îranê dike û radigehîne ku şerê Amerîkayê li Iraqê nû destpêkiriye.

Endamê lijneya asayîş û berevaniyê li Parlamentoya Iraqê Segvan Halo ji BasNewsê re ragehand: ‘’Amerîka ketiye şerekî nû li gel grubên nêzîkî Îranê yên nav axa Iraqê de. Şeva borî sînorê Iraqê li gel Sûriyê bombebaran kiriye, bi taybet li navçeya Ekaşat û Qaîm ku hejmarek grubên milîs lê hene.’’

Herwaha got: ‘’Her diçe şerê wan gruban û Amerîkayê aloztir dibe, Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî nikare hemû hêzên Heşdî Şeibî kontrol bike. Raste gotûbêj li gel wan kiriye û lihevtêgeheştin hebûye, lê beşek ji wan gruban derveyî desthilata Iraqê ne. Ev jî bûye sedem ku Washington bi fermî ji Iraqê re bibêje, ew ji Iraqê venakşên.’’

Derbarê ziyanên êrîşa şeva borî ya hêzên Amerîkayê li ser milîsên Heşdî Şeibî de jî wî endamê lijneya asayîş û berevaniya Parlamentoya Iraqê ragehand: ‘’Bi fermî hîn hûrgiliyên ziyanan nehatine ragehandin, lê kuştî û birîndar di rêzên Heşdî Şeibî de hene û qonaxa piştre jî, Amerîka dê pêgeh û çavkaniyên aborî yên Heşdî Şeibî dê bike armanc. Herwaha bankayên wan ceza dike û bazirganên wan û navendên wan ên aborî jî dê ceza bike.’’

 

Basnews

Top