• Sunday, 15 February 2026
logo

Norvêj berdewam dibe li ser piştîvanî kirina Kurdistanê

Gulan Media February 1, 2024 Nûçe
Norvêj berdewam dibe li ser piştîvanî kirina Kurdistanê

Serokwezîr li gel balyozê Norvêjê civiya.

Îro Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel balyozê Norvêjê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr wisa nivîsand;

Îro me pêşwaziya balyozê Norvêjê yê li Urdin û Îraqê birêz Espen Lindback kir.

Di civînê de me giftûgo derbarê pêşde birina têkiliyên du alî û pêşhatên dawî yên li Îraq û deverê de kir.

Balyozê Norvêjê dilgiraniya xwe li hember êrîşên vê dawiyê yên bo ser Hewlêrê diyar kir û hevxemiya xwe bo kesûkarên qurbaniyên êrîşên han gehande me û piştîvaniya welatê xwe jî bo aramiya herêma Kurdistanê dubare kir.

Ecîbmayî bûna xwe jî li hember berxwedan û hevhelwestiya xelkê Kurdistanê li hember ev êrîşên nerewa yên bo ser Hewlêrê hatibûn kirin diyar kir.

Me jî spasiya hevsoziya Norvêjê kir û tekez li ser vê yekê kir ku, lazime civaka cîhanî rola xwe ya girîng bo parastina ewlekariya herêma Kurdistanê û dabîn kirina mafên destûrî yên herêmê bilîze.

 

 

Top