• Sunday, 15 February 2026
logo

Li Amedê jinekê hewl da xwe ji qata duyem a avahiyekê biavêje

Gulan Media January 31, 2024 Civakî
Li Amedê jinekê hewl da xwe ji qata duyem a avahiyekê biavêje

Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê jinekê hewl da xwe ji qata duyem a avahiyekê biavêje xwarê lê çend kesên din ew jin di kêliya dawiyê de girt û wan nehişt xwe biavêje.

Bûyer duh li navçeya Peyasê ya Amedê çêbû.

Li gorî zanyariyan, jineke ku nave wê nehatiye zanîn hewl da xwe ji pencereya qata duyem a avahiya 7 qatî biavêje xwarê.

Lê  çend kesên din ên di avahiyê de destên wê jinê girtin û wan nehişt xwe biavêje.

Hinek welatiyan jî li xwarê ji ber egera ketina wê çarşef vedan û hinek kesan jî doşek avêtin xwarê da ku eger ew jin bikeve zererê nebîne.

Piştre welatiyan ji vînceke ku wê demê di rê re derbas dibû alîkarî xwest û ew jin rizgar kir.

Piştre tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û ew jin ji bo tedbîrê bir nexweşaxaneyê.

Hêzên ewlehiyê jî derbarê buyerê lêkolîn da destpêkirin.

Welatiyan dîmenên bûyerê bi telefonên xwe girtin û li ser medyaya civakî belav kirin.

 

Rudaw

Top