• Sunday, 15 February 2026
logo

Serdar Canan straneke Colemêrgê belav kir

Gulan Media January 31, 2024 Hunerî
Serdar Canan straneke Colemêrgê belav kir

 Hunermend Kurd Serdar Canan straneke Colemêrgê belav kir.

Hunermendê ji parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê Serdar Canan strana bi navê “Temê Bakozî” li ser hesabê xwe yê YouTubeyê belav kir.

Canan da zanîn ku wî ev stran di sala 2016an de li herêma Colemêrgê ji dengbêj Silêman û Îsmet Demîr (Binemala Cole) tomar kiriye.

Dîmenên stranê ji konsera şaxa Egitimsenê ya Sêrtê ji aliyê Rohat Merwan ve hatine girtin.

 

Rudaw

Top