• Sunday, 15 February 2026
logo

Li Erebîstana Siûdiyê yekemîn firoşgeha alkolê vedibe

Gulan Media January 25, 2024 Civakî
Li Erebîstana Siûdiyê yekemîn firoşgeha alkolê vedibe

Li bajarê Riyadê ya Erebîstana Siûdiyê, yekemîn firoşgeha alkolê vedibe.

Tenê dîplomatên nemisilman dikarin ji firoştgehê alkol bikirin.

Li gorî zanyariyan û belgeyan, divê bikir li ser bernameyeke telefonê qeyda xwe çêbikin û divê ji Wezareta Karên Derve ya Erebistana Siûdiyê koda destûrê bigirin.

Herwiha sînorê kirîna alkolê jî hatiye diyarkirin. Pêwîst e bikir li gorî vê kotayê tevgerin.

Gelo dê koçber jî bikarin biçin firoştgehê?

Li gorî belgeya ku Reutersê bi dest xistiye, dê firoştgeha alkolê li herêma ku dîplomat û balyoz lê ne vebe.

Herwiha Reutersê diyar kir ku Misilman dikarin bi awayekî “sînordar” alkolê bistînin.

Hîn jî ne diyar e ka koçberên din ên nemisilman ên li welêt dijîn, dê bikarin biçin firoşgehê yan na.

Li Erebîstana Siûdiyê, bi milyonan biyanî dijîn. Piraniya karkeran misilmanên ji welatên Asya û Misirê ne.

Li gorî Euronewsê çavkaniyek ku şarizayê planê ye, dê firoşgeha alkolê hefteyên li pêşiya me were vekirin.

Cezayê bikarana alkolê hat guherîn

Li Erebîstana Siûdiyê li dijî bikaranîna alkolê, cezayê bi sedan qemçî, dersînorkirin, cezayê pere, girtîgehê tê dayîn.

Ango kesên biyanî jî bi cezayê dersînorkirinê re rû bi rû ne.

Lê belê di çarçoveya reformên demên dawî de, li cihê cezayê qamçiyê, cezayê girtîgehê yê giran tê dayîn.

Li Siûdiyê alkol tenê bi rêya postaya dîplomatîk an jî li bazara reş tê bidestxistin.

Rêveberiya Riyadê têkildarî mijarê ti daxuyanî nedaye.

Erebîstana Siûdiyê li gorî şerîatê tê rêvebirin ango bikaranîna alkolê lê heram e.

Pêngava navborî di çarçoveya hewlên geştiyarî û bazirganiyê de ji bo Şehzadeyê Welîehd Mihemed bin Selman wekî qonaxekê tê dîtin.

 

Rudaw

Top