• Monday, 16 February 2026
logo

Deham Ebdulfettah Xelata Şerefnameyê wergirt

Gulan Media January 14, 2024 Hunerî
Deham Ebdulfettah Xelata Şerefnameyê wergirt

Zimanzan û nivîskarê Kurd ê ji bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê Deham Ebdulfettah, “Xelata Şerefnameyê ya Ziman û Çanda Kurdî” yê sala 2023yan wergirt.

Li gorî dîmenên taybet ku gihiştin Rûdawê, “Xelata Şerefnameyê ya Ziman û Çanda Kurdî” ji aliyê Enstîtûya Kurdî ya Viyenayê ve wekî rêzgirtin ji Deham Ebdulfettah re hate pêşkêşkirin.

Ev xelat li beramberî ked, kar û xebatên Deham Ebdulfettah ên ji bo çand û zimanê Kurdî hatiye dayîn.

Nivîskarê Kurd Kone Reş, li ser navê Enstîtûya Kurdî ya Viyenayê xelat îro li bajarê Amûdê pêşkeşî Deham Ebdulfettah kir.

Zimanzan Deham Ebdulfettah got:

“Enstîtûya Viyenayê, ev tiştekî baş e, pêngaveke yekemîn e ku davêje, wek enstîtûyên me yên derve.

Ev handanek e, ev qas sal e ku em di ber zimanê Kurdî de kar dikin, dema dibînim enstîtûyek an dezgeheke Kurdî bi vî rengî guhdanê bi mirov dike û her salê xelatekê dide kesekî, ev tiştekî gelekî hêja ye.

Ez wekî mirovekî min temenê xwe hemû ji bo Zimanê Kurdî terxan kir, ji vê derê heta enstîtûtyê ez spasiya wan dikim.”"

Romanivîs, lêkoler û helbestvan Konê Reş jî got:

“Ji dil û can vê xelata Enstîtûya Viyenayê li mamoste Deham Ebdulfettah pîroz dikim. Kêfxweş im ku Enstîtûya Kurdî ez hilbijartim da ku vê xelatê radestî mamoste Deham Ebdulfettah bikim.”

Sala 2018yan, yekemîn car ev xelat dan Dr. Celîlê Celîl.

Dehham Ebdulfettah sala 2015an jî li Navenda Komeleya Bartê ya bajarê Êliha Bakurê Kurdistanê jî duyemîn “Xelata Subartu ya Rêzgirtinê ya Lêkolîna Zanistî” wergirtibû.

Berhemên Deham Ebdulfettah:

Li ber Dergehê Laleş
Nêrîneke Rexneyî li Helbestên Kurdî
Hindek Aloziyên Zimanê Kurdî
Derbarê Muzîka Helbesta Kurdî
Rastnivîsa Zimanê Kurdî
Dastana Gilgamêş
Nav di Zimanê Kurdî de
Cînav di Zimanê Kurdî de
Kar / lêker di Zimanê Kurdî de

 

Rudaw

Top