Li gorî amarên TÛÎKê li Bakurê Kurdistanê jin ji mêran zêdetir dijîn
Saziya Amarên Tirkiyeyê (TUÎK) lîsteya parêzgehên ku jiyên xwecihên wan herî dirêj in eşkere kir. Li gorî amaran, li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê rêje 78.0 e.
Peyamnêrê K24ê ragehand, li gorî wê raportê, rêjeya jiyên mêran 75,3 û ya jinan 80,7 hatiye tomarkirin.
Li gorî amarên ku hatine parvekirin, li gelemperiya bajarên Bakurê Kurdistanê, temenê jinan bi qasî 7 salan ji temenê mêran zêdetir e.
Di nav amarên TUÎKê de, rewşa bajarên Bakurê Kurdistanê bi vî awayî ye:
Diyarbekir: Jin 81.05, Mêr 75.05
Agirî: Jin 79.6, Mêr 74.1
Êlih: Jin 81.5, Mêr 75.4
Çewlig: Jin 82.1, Mêr 76.5
Bedlîs: Jin 81.0, Mêr 74.8
Xarpêt: Jin 81.4, Mêr 76.11
Dîlok: Jin 79.0, Mêr 73.8
Colemêrg: Jin 80.1, Mêr 74.3
Qers: Jin 80.8, Mêr 75.1
Mêrdîn: Jin 81.8, Mêr 76.7
Mûş: Jin 80.6, Mêr 75.4
Sêrt: Jin 816, Mêr 74.7
Dêrsim: Jin 84.1, Mêr 77.0
Riha: Jin 80.6, Mêr 74.5
Şirnex: Jin 82.3, Mêr 74.4
K24
